H’emû nûçeSereke
Avanêsyanê gotîye, wekî pêşerojêda diqewime hinek sînorkirinên girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra bêne derxistinê
Hemû sînorkirinên girêdayî nexweşîya koronavîrûsêva wedelûne û ew bona helkirina hinek pirsên konkrêtin. Derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye. Ewê daye dîyakirinê,wekî koma pêşezanîyê niha wê yekê gotûbêj dike, ku ji 1-ê adarêda guhartin bêne kirinê. Bi gotina wê, nava hevtîya mayînda wê bê gotinê, ku kîjan sînorkirin wê bimînin û kîjan sînorkirin gerekê bêne derxistinê.