Rojnama tirkîye «Qirar»-ê miqale weşandîye, kîjanêda deh nehîyên Fêdêrasîyona Rûsîyayê çawa komarên tirkîye serbest nav kirine.Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê nivîsîye.
«Tê texmînkirinê, wekî li dinîyayê ji 2OO-î hetanî 25O mîlîyon tirk hene û tenê yek sênaîya wan li Tirkîyayêne»,- nava gotara rojnamêda hatîye dîyarkirinê.
Tê dîyarkirinê, wekî bi tomerî hildayî hevt welatên tirka hene: Tirkîya, Adirbêcan, Qazaxstanê, Ûzbêkîtstan, Qirqizstan, Tirkmênistan û Qibrisa Bakûr /serbestîya kîjanê tenê Enqerê nas kirîye/. Xêncî wê yekê deh nehîyên Rûsîyayê kirine nava wê navnîşê, Tataristan, Başkîrîya, Çûvaşîya, Tûva, Yakûtîya, Altay, Kabardîno-Balkarîya, Daxistan, Xakasîya û Qereçayî-Çêrkêsîya.