H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê bang dike, ku dîlên ermenîye leşkerî aza berdin, cedandinên koma Mînskê bidine aktîvkirinê

Koma Mînskê çawa formata navnetewîye tek-tenê, ya bona helkirina pirsgirêka Qerebagê, dimîne. Derheqa wê yekêda nava raporta parlamênta Avropayêda hatîye dîyarkirinê.

Parlamênta Avropayê bangî Yekîtîya Avropayê dike, ku gavên anegor bona helkirina pirsa Qerebagê û milahîmkirina halê sertî li herêmê bêne avîtinê.Parlamêntvan bang dikin, ku hukumî ser Adirbêcanê û Ermenîstanê bikin ku pirsgirêkên piştî şêr helkin, sînora bidine dîyarkirinê û  hemû dîlên leşkerî aza berdin.

Parlamêntvan usa jî didine dîyarkirinê, wekî koma Mînskê çawa formata navnetewîye tek-tenêye, ya ku gerekê helkirina pirsgirêka Qerebagêva mijûlbe.

Yekîtîya Avropayê bangî koma Mînskê kirîye ku lez paşda vegerine ser rola xweye navçîgarîyêye nava wî karîda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button