H’emû nûçeSereke

Pirsgirêkên hûmanîtarî, yên ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê pêşda hatine, hatine gotûbêjkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan borcbira koordînatorê Organîzeya Netewên Yekbûîyî li Ermenîstanê Lîla Pîtêrs Yahîa qebûl kirîye.

Mîrzoyanê wezîr bi razîbûn derheqa hevkarîya tevî îdarên Organîzeya Netewên Yekbûyî xeberdaye. Xeberdan derheqa 3O salîya endamtîya Ermenîstanêye nava Organîzeya Netewên Yekbûyîda çûye. Alîya pirsgirêkên hûmanîtarî, yên ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê pêşda hatine, gotûbêj kirine.

Ararat Mîrzoyan derheqa pêwîstîya tevbûna Organîzeya Netewên Yekbûyî û sîstêmên wêye cuda-cudaye tevî pêvajoyên li Qerebagê, daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button