H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê rêkorda hemcînaîye nû mîyaser kirîye /wêne/
Pîlotê hevaltîya “Skaybol”-ê Naîrî Barsêgyan tevî hevalkarê xwe Sêrgêy Bajênov 16-ê sibatê bi balonê firîna bi rêkordê mîyaser kirîye.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî nava dîrokêda cara ewline ku nava vî cûrê sportêda Ermenîstan gîhîştîye rêkordê. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew firîn ji 16-ê sibatê, ji nehîya Rûsîyayêye Orênbûrgê şebeqê seheta 8-a destpê bûye û êvara 17-ê sibatê seheta 15:45-a ser hevda hatîye.Wedê wê firînê 34 sehet 41 deqe bûne.