SerekeSîyasî

Serok û serokwezîrê Kurdistanê li Myûnxênê rastî sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî hatine

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî roja înîyê, nava doranên konfêransa Myûnxênêda, rastî sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîû Gûtêrêş hatine.

Nava elametîya Twittere da, ya Barzanîyê serokwezîr, hatîye gotinê, wekî herdu lîdêrên kurd fikirên cuda-cuda tevî sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî pevguhartine, nava wanda usa jî derheqa sazkirina hukumata Îraqêye nû û pirsgirêkada.Wextê hevdîtinê pirsên Îraqê û herêmî hatine gotûbêjkirinê.

Serokê Kurdistanê û serokwezîr bona hevkarîya tevî organîzeyê û piştgirîya organîzeyêye li Îraqê spasî elam kirine.

Wextê hevdîtinê usa jî pirsên derheqa êrîşên DAÎŞ- ê da hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button