SerekeSîyasî

Wolfgang Îşîngêr beşdarîya serokê Kurdistanêye li konfêransa Myûnxênê “girîng” hesab kirîye

Beşdarîya serokê Herêma Kurdistanê, ya li konfêransa Myûnxênê “girînge”,- serokê konfêransa Myûnxênê Wolfgang Îşîngêr gotîye.

Nevsên Herêma Kurdistanêye derecebilind nava van salên dawîda wextê konfêransê hazir bûne. Îsal  serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hevra  beşdarî konfêranêsê bûn.Wolfgang Îşîngêr ew yek çawa gaveke rast hesab kirîye.

“Ez hesab dikim, wekî alîyekî konfêransa Myûnxênê, em ne tenê serokên welata û serokên hukumata vexwendî dikin, lê em usa jî serokên herêma vexwendî dikin, wextê ku gilî derheqa syaseta global û herêmîdane. Bo wê yekê jî ez hesab dikim, wekî ev birîyara nava van salên dawîda ku em serokatîya Herêma Kurdistanê vexwendî dikin, ya raste”,-ewî gotîye.

Barzanîyê serok li wir rastî cêrge lîdêr û nevsên dercebilind hatîye, li kîderê gelek pirsên hevkraîya tevî Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button