H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê Ermenîstan nava “piştgirîya dijminatîya di navbera miletada” gunehkar kirîye

Wezîreta Adirbêcanêye karên der bi elametîyêva pêşda hatîye, kîjanêda  Ermenîstan nava “piştgirîya dijminatîya di navbera miletada” gunehkar kirîye.

Nava elametîya wezîreta Adirbêcanêye karên derda elametîya wezîreta Ermenstanêye karên der “tê gunehkarkirinê”, ya ku “qirara sala 1988-ye neqanûnî” diparêze.

Elametî wê qirarê çawa ya dijî konstîtûsîya Sovyêta berê qîmet dike. Alîyê ermenîya usa jî nava “okûpasîyakrinê”, “paqijkirinên êtnîkî”,  teribandina mafên  “mîlîyon azêrîya” da   gunehkar dike.

Nava vê elametîya Adirbêcanêda careke mayîn durûtîya sîstêmên Adirbêcanêye fermî dîyar bû. Wezîreta Adirbêcanêye karên der naxweze menîyên qezîya li herêmê bide kifşê, naxweze bûyarên li Sûmgaîtê, Bekûyê, li Adirbêcana Sovyêtê, derxistina nîv mîlîyon mihacirên ermenî, propaganda dijî ermenîya, xirabkarîyên xweye leşkerî û xirabkarîyên dijî merivatîyê bîne ber çeva. Eva navnîşa wan xirabkarîyaye tam e. Elametîyên wê, yên derheqa “aşîtîyêda”, bi agrêsîyayê û provokasîyayên dijî Arsaxê û Ermenîstanê “qewîn dibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button