H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê hindava serokên Ermenîstanêye berê Robêrt Koçaryan û Sêrj Sargsyan lêgerîn elam kirîye

Adirbêcanê hindava serokên Ermenîstanêye berê Robêrt Koçaryan û Sêrj Sargsyan lêgerîn elam kirîye.

“Serokên Ermenîstanêye berê Robêrt Koçaryan û Sêrj Sargsyan anegorî kitêba qanûna li ber cabdarîyê gerekê bisekinin, hindava wanda lêgerîn hatîye elamkirinê”,-wekîlê dadgeha Adirbêcanêye leşkerî Êmîl Tagîyêv gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ji sibata sala 1988-a da, bi meremê belavkirina dijminatîya di navbera cimetên  Adirbêcanê û Ermenîstanêda, Koçaryan û Sargsyan li Qerebagê berevbûn derbaz kirine.

Ew dibêjin, wekî Qerebag ya ermenîya ye û li wir gerekê tenê ermenî bijîn, ew bang dikin, ku azêrîya ji wandera derxin, malên wan bişewitînin”,-ewî gotîye.

Xêncî wê yekê serokê dadgeha Adirbêcanê eşkere derewa dike, çimkî ew herdu serokên berê nava wê yekda gunehkar dike, çi ku wana nekirîye, azêrî ji wan topraxa dernexistine, malên wan neşewitandine, û femdarî nîne ku  bona çi hindava herdu serokên berê lêgerîn  elam kirine. Em bîr bînin, wekî întêrpol lêgerîna bi menîyên sîyasî qebûl nake.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button