H’emû nûçeSereke

Meremê Ermenîstanê heye ku here kêm çar îdarên wêye xwendina bilind nava navnîşa 5OO îdarên dinîyayêye xwendinêda hebin

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî perwerdê, çandê û sportê Karên Trçûnyan wextê prêss-konfêransê  bernamên nava goveka perwerda bilindda raber kirîye. Wezîret têra dibîne ku bona pêşên cuda-cuda sîstêma fînansekirinêye nû hazirke.Trçûnyan daye dîyarkirinê,wekî mêxanîzmên bona fînansekirina îdarên xwendinêye cuda-cuda wê mînanî hev nîbin. Bona vê yekê gerekê komên xebatê bêne sazkirinê.

“Hedefa me heye, ku  here kêm çar îdarên me yê xwendina bilind nava navnîşa 5OO îdarên dinîyayêye xwendinêda hebin. Ez difikirim, wekî em dikarin bighîjine wê yekê, heger em hemû qewilên perwerdê baş bidine çareserkirinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button