H’emû nûçeSereke

Paşînyan tabîyên Ermenîstanêye derheqa dîyaloga tevî Tirkîyayê raberî cîgirê serokê civîna “Avronêst”-ê, ya parlamêntîyê, kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr endamê parlamênta Yekîtîya Avropayê, cîgirê serokê civîna “Avronêst”-ê, ya parlamêntîyê, Andrîûs  Kûbîlîûs qebûl kirîye.

Serokwezîr derbazkirina civînên byûro û komîsîyayên  “Avronêst”-ê, yên li Ermenîstanê derbazbûyî, silav kirîye û gotîye, wekî ew civîn bona hevkarîyê û dîyalogê dikeke girîng e. Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê hevkareke Ermenîstanêye girîng e  û serda zêde kirîye, wekî nava îşê werguhastinên dêmokratîkda hevkarîke baş tê mîyaserkirinê.

Cîgirê serokê civîna “Avronêst”-ê Andrîûs Kûbîlîûs derheqa werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê xeberdaye û bi hêvîdarî gotîye, wekî hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê wê berdewam bibe û kûr bibe.

Fikir derheqa pirsên herêmî û navnetewîda hatine pevguhartinê. Paşînyanê serokwezîr tabîya Ermenîstanêye nava vekirina rêyada, usa jî nava dîyarkirina sînorê ermenîya-azêrîya û dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda, daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button