H’emû nûçeSîyasî
Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê rastî cîgirê serokê “Avronêst”-ê hatîye
Sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûna Ermenîstanê Armên Grîgoryan rastî serokê civîna “Avronêst”-ê ya parlamêntîyê, Andrîûs Kûbîlîûs hatîye. Wextê hevdîtinê usa jî bayloza Lîtvayêye li Ermenîstanê Înga Stanîtê-Toloçkîênê hazir bûye.
Wextê hevdîtinê fikir dora pirsên herêmî û navnetewîda hatine pevguhartinê. Xebedan derheqa qewînbûna li herêmê û helkirina pirsgirêka Qrebagêda çûye.
Armên Grîgoryan daye dîyarkirinê, wekî pêwîst e ku pirsgirêka Qerebagê bin bandora koma Mînskêda bê berdewamkirinê û usa jî derheqa pirsên hûmanîtarîda xeberdan çûye.