H’emû nûçeSereke

Dew û doz ser hevda nehatîye: Arman Yêgoyan gotîye parlamêntvanê azêrî

Dew û doza Qerebagê ser hevda nehatîye, çiqasî parlamêntvanên azêrî dicedînin bêjin, ku ew ser hevda hatîye.

Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Ermenîstanê Arman Yêgoyan wextê civîna “Avronêst”-ê gotîye, wextê ku ewî derheqa axaftina wekîlê Adirbêcanêda xeberdaye, yê ku gotibû, wekî dew û doza Qerebagê ser hevda hatîye.

“Konflîkt ser hevda nayê, dema ku tenê dibêjin, ku ew ser hevda hatîye. Konflîkt wî çaxî ser hevda tê, dema ku menîyên wê konklîftê ji ortê tên hildanê. Menîyên konflîkta Qerebagê hê usa mane. Minê bigota, wekî ew hê sert bûne, çimkî li Adirbêcanê propaganda dijî ermenîya, dijî çanda ermenî diha zêde kûr dibe”,- Yêgoyan gotîye. Yêgoyan usa jî derheqa aşîtîyêda xeberdaye.

Wekîlê Adirbêcanê Sultan Mamêdov daye dîyarkirinê, ku ew şêr naxwezin û serda zêde kirîye, wekî seredana wan bona pêwandîyên di navbera herdu welatada gaveke başe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button