SerekeSîyasî

Li gundê êzdîya deranîna cinyazên veşartî destpê bûye

Li bakûrê çîyayê Şengalê deranîna cinyazên êzdîyaye ji alîyê DAÎŞ-ê da veşartî derdixin. Ev yek li gundê Şengalêyî Xardanê  destpê bûye. Li vir li şeş cîya cinyazên bi massayî, merivên ku ji alîyê DAÎŞ- ê da hatine kuştinê, der tînin.

DAÎŞ-ê 131 cinyaz li vêderê veşartine. Piştî deranîna cinyaza, analîzên wan wê bên derbazkirinê.

“Ev cinyaz îdî 7-8 salin, ku li vir hatine veşartinê û em  dixwezin ku wana bidine me”,-dayîkekê gotîye Rudawê , ya ku hîvîya wê yekêye, ku piştî analîza cinyazên zarokên wê, gerekê teslîmî wêkin.

Deranîna cinyazaye li Şengalê ji sala 2O19-a da destpê bûye û piştî destpêbûna nexweşîya koronavîrûsê ew hate sekinaninê.Ev xebat cotmeha sala 2O2O-î careke mayîn destpê bû. Hetanî niha 2O cîhên usa hatine dîtinê, yên ku hîmlî li merkeza Şengalêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button