SerekeSîyasî

Konsûlê Nîdêrlanda li cem lîdêrên êzdîya qesidîye ku derheqa piştgirîya hertimîda bide dîyarkirinê

Konsûlê Nîdêrlandayî sereke, yê li Hewlêrê Hans Akêrbûm li zîyareta êzdîya Lalişê qesidîye û daye dîyakirinê, wekî nîdêrland wê dîsa piştgirîya êzdîya bikin, yên ku ji êrîşên DAÎŞ-ê zyanê ketine.

Sala derbazbûyî Akêrbûm li cem lîdêrên êzdîyayî ruhanîyî li Îraqê û li temamîya dinîyayê, Mîr Hazim Tehsîn Begê û Elî Êlyaz Hecî Nesir , Babê Şêx, qesidîye.

Hevtîya derbazbûyî pêşezanên mafên mêriv û aktîvîstên êzdîya ew yek gotûbêj kirine, wekî li parlamênta Nîdêrlanda dikare gotûbêjkirina girtina wan çekdarên DAÎŞ-ê derbazbe, yên ku tevî xirabkarîyên dijî êzdîya bûne.

Piranîya parlamênta Nîdêrlanda van axirîya rêzolyûsîya qebûl kirîye, bi kîjanê bangî hukumatê dikin, ku xirabkarîyên dijî êzdîya mîyasekirî çawa şedetîya wê yekê qebûkin.

Konsûl daye dîyakirinê, wekî Nîdêrand çend proje û progiramên bona êzdîya fînanse dike, ji kîjana yek jî bona piştgirîya zîyankêşadane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button