H’emû nûçeSereke
Nava rojevêda pirsa naskirina Donêskê û Lûganskê tune: wezîreta karên der
Ji alîyê Ermenîstanêda pirsa naskirina komarên Donêskê û Lûganskê rojevêda tune. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye.
Ewî daye dîyakirinê, wekî Ermenîstan dixweze wekî pirsgirêkên di navbera Rûsîyayê û Ûkraînayêda bi mecalên dîyaloga dîplomatîk û hevraxeberdana, li ser hîmê normên maf û prînsîpên navnetewî, li ser hîmê qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî bên helkirinê.