SerekeSîyasî

Parlamênta Îraqê kandîdatîya wekîlê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk îzbat kir: dengdayîn wê hevtîya tê derbazbe

Parlamênta Îraqê kandîdatîya wekîlê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, ya bona qulixa serokê Îraqê îzbat kir û qirar kir ku hevtîya tê dengdayînê derbazkin.

Dehê cotmehê li Îraqê hilbijartinên parlamêntîyê derbaz bûn.Endamên parlamêntêye nû serokê parlamêntê hilbijartin, lê ew nikaribûn serokê welêt bibijêrin. Partîya Kurdistanêye Dêmokrtîk pêşda kandîdatîya wezîrê Îraqêyî karên derî berê Hoşyar Zîbar pêşnîyar kir, lê kandîdatîya wî ji alîyê mehkema Îraqêye fêdêralda hate paşdagazîkirinê. Parlamêntê mecaleke mayîn da, ku kandîdatên nû pêşda bikişînin û partîya Kurdistanêye Dêmokratîk 14-ê sibatê kandîdatîya wezîrê herêma Kurdistanêyî karên hundur Rêbar Ahmed pêşnîyar kir.

Parlamêntê elam kirîye, wekî 59 merivî kandîdatîyên xwe pêşda kişandine, lê 33 meriv hatine qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button