Wezîrê Erenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî dêlêgasîya komîtêya hevkarîyê ya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye parlamêntîyê hatîye
Wezîrê Ermenîtanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî seroka komîtêya hevkarîya parlamêntîyê, ya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê Marîna Kalyûrand û endama komîtêa hevkarîyê Markêta Grêgorovayê hatîye.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî alîya derheqa qîmetîyên dualî, bi taybetî qewînbûna hevkarîya li ser hîmê dêmokratîyayê, qanûnê, parastina mafên mêriv xeberdane û derheqa hevkarîya nava doranên hevkarîya rohilatêda dane dîyarkirnê. Marîna Kalyûrandê werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê, wekî parlamênta Avropayê û înstîtûtên avropî bi temamî piştgirîyê didine wana.
Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa cêrge pirsên herêmî û navnetewîda çûye.
Wezîrê karên der halê rûyê encamên şerê 44 roje û ketina hêzên Adirbêcanêye li topraxa Ermenîstanê pêşdahatî raber kirîye. Alî li ser wê tabîyên bûne, wekî dew û doza Qerebagê gerekê bi rêya hevraxeberdana, bin bandora hemsedirtîya koma Mînskêda, bê helkirinê. Ararat Mîrzoyan pêvajoya normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda raber kirîye.