H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa dêklarasîya di navbera Rûsîyayê û Adirbêcanêda îmzekirî daye dîyarkirinê

Hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda îzbatbûyî ya tifaqdarîyêye, ya ku li ser hîmê dostîya cimetaye bi sedsala hatîye bingehkirinê û ew hevkarî welatê sisîyava girêdayî nîne, heger alîyê sisîya bona zîyana hevkarîya ermenîya-rûsa pêşda nayê. Şedetîya wê yekê dîrok û dokûmêntên morkirî didin. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahên Hûnanyan gotîye.

Em bîr bînin, wekî 22-ê sibatê serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê, Vladîmîr Pûtîn û Îlham Elîêv, dêklarasîya derheha hevkarîya tifaqdarîyêda îmze kirine. Dokûmêntêda hatîye dîyarkirnê, wekî Rûsîya  û Adirbêcan wê hevkarîya leşkerî bidine kûrkirinê.

“Yêrêvan û Moskva nava derecên cuda-cudada, nava wanda gavên bona heleqetîyên him sêalî û him jî piralî divêjin, boy bêqezîyabûn û pêşkfetina welatîyên xwe”,- Hûnanyan gotîye.

Wezîreta karên der bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî dêklarasîya 22-ê sibatêye li Moskvayê îmzekirî wê mecalê bide ku elametîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye sêalî bêne mîyasekirinê û ew yek jî dikare piştgirîyê bide ku bin mandata koma Mînskêda pirsgirêka Qerebagê bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button