AborîSereke

Di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda hevkarîya êkonomîkî qewata nû distîne: cîgirê wezîr

Li Yêrêvanê civîna ermenîya-rûsaye bîznêsê derbaz bûye, bona derbazkirina kîjanê pevketina 22-ê kanûna sala 2O21-ê hatibû destanînê.

Bi ragîhandina Armênprêssê, tevî civînê bûne cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Narêk Têryan, wekîla Rûsîyayêye kirîn-frotanêye li Ermenîstnê Anna  Donçênko û wekîlên sêktora şexsî, bîznêsmên.

Cîgirê wezîr Narêk Têryan  hazir slav kirine û daye dîyarkirinê, wekî hevkarîya êkonomîkîye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda bi saya endamtîya nava Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkîda jî  qewata nû distîne. «Sala 2O19-a zivira eşîyaye di navbera herdu welatada ji dö mîlîyard dolara derbaztir bûye, lê sala 2O21-ê ew gihîştîye 2,6 mîlîyard dolarî»,- ewî gotîye.

Wekîla Rûsîyayêye kirîn- frotanêye li Ermenîstanê, Anna Donçênkoyê nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî hevkarîya di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda gihîştîye dereca diha bilind û hevkarîya baş nava govekên ênêrgêtîkayê, transportê, senayê, bernamên învêstîsîyon û usa jî nava goveka radîoêlêktronîkayê û têknolocîyên bilindda gihîştîye asteke bilind.

Piştî civînê hevdîtinên bîznêsmênên ermenî û rûs derbaz bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button