H’emû nûçeSereke

Em hêvîdarin wekî hevkarên meye navnetewî wê bersiva kirinên Adirbêcanê bidin: Arşakyan gotîye Yekîtîya Avropayê

Bûyarên sala derbazbûyî li herêma me rastîke nû saz kirine: encamên şerê sala 2O2O-îye li Qerebagê, yê ji alîyê Adirbêcanê û Tirkîyayêda destpêkirî, gelekî giran bûn. Derheqa wê yekêda wextê civîna komîtêya hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye parlamêntîyê, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan gotîye.

Ewî hîmlî  daye dîyarkirinê: «Roja îroyîn li pêşîya me pirsên bêqezîyabûnê sekinîne.Aşîtîya herêmê bin qezîyayêdane.Hêzên azêrîyaye sîlihkirî nava topraxa Ermenîstanêdanin. Halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya ji 12-ê gulana sala 2O21- ê da sertbûîye. Gavên dijî Komara Ermenîstanê zîyana meriva pêşda anîne û bêqezîyabna herêmê kirine bin qezîyayê.

Ermenîstan opêrasîyonên leşkerîye ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirî gunehkar dike, yên ku aþîtî û bêqezîyabûna herêmê diteribînin.

Ermenîstan pêwandîyên tevî welatên cînar girîng hesab dike. Em piştgirên wê yekêne, ku li herêmê sînorên vekirî û hevkarî hebin û dîyaloga saxlem bê derbazkirinê».

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button