
Sêkrêtara parlamênta Kurdistanê Mûna Kahvaçîyê elam kirîye, wekî hemû fraksîyayêyn sîaysîye nava parlamêntêda qayîl bûne, ku hilbijartinên parlamêntîyê wedê kişfkirîda bidine derbazkirinê. Derheqa wê yekêda ewê wextê prêss-konfêransê gotîye.
Kahvaçîyê elam kirîye, wekî eva pirsa miletîyêye, ya ku hewca qayîlîyêye, lê ne ku ya piranîya denga.
Wedê parlamênta îroyîn 6-ê mijdara sala 2O22-a ser hevda tê û bo wê yekê jî hilbijartin gerekê hetanî wî çaxî bêne derbazkirinê.