
Cîgirê serokê parlamênta Herêma Kurdistanê Hêmin Hewiramî li Moskvayê rastî wekîlê serokê Rûsîyayêyî pirsên Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Mîxayîl Bogdanov hatîye.
“Em îro rastî wekîlê serokê Rûsîyayêyî pirsên Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê karên der Mîxayîl Bogdanov hatin”,- Hewiramî li ser rûpelê xwe nivîsîye.
Ewî gotîye, wekî wextê hevdîtinê pêwandîyên dualî û halê Kurdistanê, Îraqê û herêmêyî sîyasî, hatîye gotûbêjkirinê.
Xeberdan derheqa qewînkirina pêwandîyên dualî û piralî çûye.