H’emû nûçeSereke

Nava encamên êrîşa dirona tirkîda li bakûrê Sûrîyayê çar meriv zîyanê ketine

Çar meriv, nava wanda  sê jin, rûyê êrîşa dirona tirkada birîndar bûne. Ew êrîş li bakûrê Sûrîyayê, li Amûdê, qewimîye. Dironê mîkrootobûsê xistîye. Birîndar gîhandine nexweşxana bajarê Qamişloyê.

Ev êrîş ya sêeme, wekî dironên tirka dibine ser transportê.Wextê êrîşên pêşda, zarokeke 11 salî hatîye kuştinê,  lê yeke 13 salî,  usa jî jineke  25 salî jî birîndar bûne. Ev êrîş 9-ê sibatê qewimîye.Wextê êrîşa 12-ê sibatê merivek birîndar bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button