H’emû nûçeSereke

Bi qîmetkirina gavên bona sanksîya, wededa gavên dijî wê yekê hatine avîtinê: Kopîrkîn

Serokatîya sîstêma Rûsîyayêye êkonomîkî û fînansî, bi qîmetkirina hal, wekî wê sanksîya bêne pêşdakişandinê, bona wê yekê wededa gavên  anegor hatine avîtinê. Fikira wî cûreyî baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye,wextê ku ewî bersiva wê pirsê daye, wekî sanksîyayên dijî Rûsîyayê û ketina bahê perê rûsî tehsîra çi cûreyî dikare li ser pêwandîyên ermenîya-rûsaye êkonomîkî bihêle.

Kopîrkîn daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya sanksîyayên yekalî nas nake. Rûsîya wana hesab dike yên neqanûnî, yên dijî mafê navneteweyî, anegorî kîjana Organîzeya Netewên Yekbûyî dikare mêtodên dijî wê yekê bide xebatê. Rûsîyayê gavên anegor îdî avîtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button