H’emû nûçeSereke
Komara Ermenîstanê hazire xêncî welatîyên xweye ji Ûkraînyayê, usa jî mihacirên başqe qebûlke: wezîreta karên der
Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine, wekî bona wan welatîyên Ermenîstanê, yên ku li Ûkraînyayêne, yên ku dixwezin bi rêya Polonîyayê, Slovakîyayêy, Macarstanê, Rûmînîyayê û Moldovayê bêne Ermenîstanê, wê vîza peymana Şêngênê neyê xwestinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî Komara Ermenîstanê hazire welatîyên xwe û endamên malbetên wan, usa jî mihacirên başqe li cem xwe qebûlke.
Baylozxana Ermenîstanêye li Kîêvêyê, konsûlxana li Odêsayê, usa jî konsûlxana li bajarê Rûsîyayêyî Rostovê xebatên xwe berdewam dikin.
Evin hejmarên têlefona:
Baylozxana li Kîêvêyê
+380442349005
+380671090506
+380689602524
+380685000782
Konsûlxana li Odêsayê,
+380487039176
+380487039178
Konsûlxana li Rostovê.
+79614084423