SerekeSîyasî

Konflîkta Rûsîyayê û Ûkraînayê dikare derbê bighîne sêktora Tirkîyayêye tûrîstî

Nehejketina ji şoka rûyê zîyana êkonomîkî pêşdahatî, ya ji nexweşîya koronavîrûsê, Tirkîyayê bi optîmîstî dîna xwe dida wê yekê, wekî îsal êkonomîka wê wê bi saya tûrîzmê pêşda biçûya. Feqet, tê bêjî xiyalên wê unda bûn, çimkî Rûsîya û Ûkraîna, li ser kîjana tûrîzma hîmlî hatîye hîmdanînê, ketine nava konflîktê.

Kêmbûna tûrîstên ji Rûsîyayê û Ûkraînayê dikare zîyana mezin bide beşa Tirkîyayêye tûrîzmê, ya bahê  pênc mîlîyard dolara. Derheqa wê yekêda nava raporta partîya Gel, ya Komarî hatîye gotinê.

Hûn çawa zanin eva serê çend rojaye ku serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn kampanîya leşkerî dijî Ûkraînayê destpê kirîye.

“Em hêvîdarin, wekî şerê zûtirekê ser hevda bê.Halê vî cûreyî wê tehsîra xwe li ser wan bajara bihêle, yê mînanî Antalîyayê, çimkî rûs û ûkarîn hîmlî diçine wan beşên Tirkîyayê. Zivstanê ûkraîn diçine Stembolê. Ev yek dikare usa jî li ser Stembolê tehsîrke”,-xudîyê kampanîya tûrîstî Şekîp  Kirk gotîye.

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan elam kir, wekî opêrasîyona Rûsîyayêye li Ûkraînayê, teribandina mafê navnetewîye.Wezîreta wî welatîye karên der bangî Rûsîyayê kir, ku opêrasîyonê bide sekinandinê.

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr  Pûtîn gef xwer, wekî ewê derbê bighîne her welatekî, yê ku bicêribîne tevî konflîkta Rûsîyayê û Ûkraînayê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button