Meha tê şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk, ya bi serokatîya kurda, wê wekîltîya xwe li Londonê veke.
Merkeza înformasîyon, ya Rojavêye li Sûrîyayê ew yek îzbat kirîye û daye dîyarkirinê, wekî seroka komîtêya şêwirê, Îlham Ahmed, wê wextê vekirinê li Londonê hazirbe.Wekîltîya şêwirê wê 9-ê adarê derbazbe.
Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk, baskê hêzên Sûrîya Dêmokratîke sîyasîye, wekîltîyên kîjanê li Silêmanîyê, Waşîngtonê, li nehîya Kolûmbîyayê, li Qahîrê, Parîzê, Stokholmê, Haagayê, Vîênayê hene.