
Wekîlê Organîzeya Netewên Yekbûyî Gêyr Pêdêrsên, yê li Sûrîyayê nerihetîya xwe girêdayî derbên Tirkîyayê û Îsrayêlêye li Sûrîyayêra, daye dîyarkirinê. Derheqa wê yekêda ewî wextê birîfîngê gotîye.
Ji dawîya meha çileda dironên tirka li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê derba dighînine gund û bajara. Anegorî raporta merkeza parastina mafên mêrive li Sûrîyayê, ji destpêka meha sibatêda dironên tirka şeş cara êrîş kirine.Ev êrîş li nehîyên Helebê û Hesekê hatine mîyasekirinê, nava encamên kîjanêda heyşt meriv, nava wanda du zarok û jinek hatine kuştinê û 13 jî birîndar bûne.
“Tê kifşê, wekî hal ketîye nava hesarê û bona vê yekê helkirina sîyasî pêwîste”,- Pêdêrsên gotîye.
Bi hevkarîya tevî Organîzeya Netewên Yekbûyî, 21-ê adara sala 2O22-a, civîn hatîye kifşkirinê. Hetanî niha ew hevraxeberdan negihîştine encamên baş.







