SerekeSîyasî

Barzanîyê serokwezîr teslîmî hukumatê kirîye ku bona hilbijartina xwe hazirkin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî teslîmî hukumatê kirîye ku bona derbazkirina hilbijartinên parlamêntê hazirîyên xwe bibînin.

Emirnivîsarêda hatîye dîyarkirinê, ku tevî komîsîya hilbijartina hevkarîyê bikin û piştgirîyê bidin bona ku hilbijartin bêne derbazkirinê.

Çend partîyayên nava parlamêntêda pêşda bang kiribûn, ku guhartina bikine nava qanûna hilbijartina, ku herêmê pareveyî ser çend beşên hilbijartina bikin, lê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk çend cara elam kiribû, wekî hewcetîya guhartina tune.

Hilbijartinên parlamêntê çar sala carekê tên derbazkirinê. 3O-ê îlona sala 2O18-a hilbijartinên parlamênta  Herêma Kurdistanêye dawî hatine derbazkirinê.Parlamêntêda 11 cîhne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button