H’emû nûçeSereke
Hakob Arşakyan û cîgirê serokê şêwira Fêdêrasîya Rûsîyayê halê li herêmê û pirsên dualî gotûbêj kirine

Borcbirê serokê parlamênta Ermenîstanê Arşak Hakobyan û cîgirê serokê şêwira Fêdêrasîya Rûsîyayê Yûrî Vorobyov bi têlefonê axifîne.
Ji parlamênta Ermenîstanê elam kirtine, wekî Hakob Arşakyan û Yûrî Vorobyov halê li herêmê gotûbêj kirine û derheqa pirsên hevkarîya di navbera parlamêntên Ermenîstanê û Rûsîyayêda xeberdane.Alîya usa jî derheqa cêrge pirsên derbazkirina civîna komîsîya orteparlamêntîyêda dane dîyarkirinê.







