CivakSerekeSîyasî

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der rastî wekîlê Orgenîzeya Netewên Yekbûyî yê pirsên mihacira hatîye

Nava doranên civîna Orgenîzeya Netewên Yekbûyî da, ya mafên mêriv, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wekîlê Orgenîzeya Netewên Yekbûyî yê pirsên mihacira Fîlîpo Grandî hatîye.

Girêdayî dîaloga dualîra, alîya razîbûn elam kirine. Mîrzoyanê wezîr gotîye, wekî çawa welatekî ji cîhşihitandina zîyaneketî, Ermenîstanê her dem piştgirî daye cedandinên wekîlê orgenîzeyêyî pirsên mihacira, parastina mafên merivên ku ji wê yekê zîyanê ketine.

Xeberdan di derbarê hale li Qerebaxê, pirsên hûmanîtarîda, çûye. Mîrzoyanê wezîr guhdarîya Grandî teglîfî ser mihacirên Arsaxê kirîye ku piştigirîyê bidine wan meriva, yên ku rûyê agrêsîya azêrîda bûne mihacir, bo ku ew bikaribin vegerine welatê xwe û mafên wan bêne parastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button