Dironên ku li Ermenîstanê tên çêkirinê, îdî tên cêribandinê: Vahagn Xaçatûryan
Dironên ku li Ermenîstanê tên çêkirinê, îdî êtapa cêribandinêdanin.Bi fikira min, zûtirekê nava gelek kampanîyada yekê cêribandinên xwe ser hevda bîne û wê peymana tevî wezîreta parastinê morke. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîyên bilind Vahagn Xaçatryan gotîye.
Bi gotina wî, nava hîmê cêribandinada normên gelekî bilind hatine danînê.Dêmek, ew diron nava qewilên mînanî halê nava şêrda tên cêribandinê, bona ku wextê xebitandina wane pêwîst têberdan tunebin.Ewî gotîye, wekî gilî derheqa him dironên cesûsî û him jî dironên derbgîhandinêdane.
Wezîr serda zêde kirîye, wekî mînavêjên ermenî îdî tên xebitandinê û têra tê dîtinê ku wana bifroşine welatên der.
Xaçatûryan usa jî gotîye, wekî şuxulkarîya kosmosê jî nava rojevêdane û alîkî wê jî gotûbêjkirina destanîna spûtnîkaye.