H’emû nûçeSereke

Ermenîstan piştgira helkirina pirsa ye ya bi rêya hevraxeberdana: Agacanyan derheqa bûyarên li Ûkraînayê

Ermenîstan hindava bûyarên li Ûkraînayê xemgîne. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pêwandîyên der Êdûard Agacanyan gotîye, wextê ku ewî tabîya Ermenîstanêye nava pirsa bûyarên dora Ûkraînayê daye dîyarkirinê û ew yek hesab hildaye, wekî kirîze kûr dibe.

“Ermenîstan bona halê pêşdahatî  xemgîne. Me encamên şêr li  ser xwe dîtine û em dikarin hal qîmetkin. Her şerek encamên xirab dide û Komara Ermenîstanê piştgira wê yekêye, ku pirsgirêk bi rêya edil û hevraxeberdana bêne helkirinê.Bêguman, ev hal yê xemgînîye û Ermenîstan çawa endama civaka navnetewî  encamên vê şuxulkarîyêye li herêma meva, xemgîne. Em bi guhdarî dîna xwe didinê û Ermenîstan bona wan encama gerekê hazirbe, yên ku dikarin rûyê vê yekêda pêşda bên”,- Agacanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button