Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî li Hewlêrê rastî wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya li Îraqê Canîn Hênîs Plasçêrtê hatîye.
Mesûd Barzanî û Hênîs Plasçêrtê bûyarên van axirîya, pirsên sazbûna hukumata Îraqê, dîyalog û rola Organîzeya Netewên Yekbûîye nava pirsgirêka sîyasîye li Îraqê gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda serokê beşa hukumata Herêma Kurdistanêye karên der Safîn Dîzayî rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî usa jî fikirên derheqa herêmê û pirsên navnetewîda hatine pevguhartinê.