H’emû nûçeSereke

“Ala sêrengê destê meda em digerin, ku me bibînin û nêzîkî mebin”: li Polonîyayê ermenîyên Ûkraînayê pêşwazî dikin

Halê bajarên Ûkraînayêye Xarkovê, Xêrsonê û Kîyêva paytext dîsa sert dimîne. “Radîolûr”-ê tevî serokê dîyaspora ermenîye li Kîyêvê, konsûlê Ermenîstanêyî hurmetlî, yê li Ûkraîna rojhilatê Norîk Gêvorgyan qise kirîye. Ewî gilî kirîye, wekî li Kîyêvê pirsgirêka ardû heye û derketina merivaye ji bajêr roj bi roj xirab dibe. Raste, ku deranînên bi massayî nayêne teşkîlkirinê, lê ermenîyên li Ûkraînayê ji welêt dûr dikevin û hîmlî diçine berbi welatên Yekîtîya Avropayê.

“Ala sêrengê destê meda em digerin ku ermenî nêzîkî mebin”,- wekîlê dîyaspora ermenîyayî li Polonîyayê Artyom Pêtrosyan gotîye, yê ku îdî serê şeş rojaye, li ser sînorê Polonîyayê û Ûkraînayê, tevî hevalên xwe, malbetên ermenîye ji Ûkraînayê pêşwazî dikin.

Nava çend rojên dawîda îdî 15OO ermenîyên ji Ûkraînayê sînorên Polîyayê û Ûkraînayêra derbaz bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button