SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanîyê serok: Kurdistan dixweze pirsgirêka bi rêya dîyalogê helke

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî baylozê Fransîyaêyî li Begdayê Êrîk  Şêvalîyê qebûl kirîye.

Wextê hevdîtina tevî baylozê Fransîyayê, Nêçîrvan Barzanî gotîye, wekî Herêma Kurdistanê dixweze pirsgirêkên tevî hukumata Îraqêye Fêdêral bi rêya dîyalogê helke. Xeberdan derheqa pêwandîyên Fransîyayêye tevî Kurdistanê û Îraqê çûye û hatîye elamkirinê, wekî Fransîya kemala mezin dide Kurdistanê û Îraqê, bi taybetî nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê.

Wextê hevdîtinê usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî êrîşên DAÎŞ-ye li Îraqê û Sûrîyayê qezîyayê raber dikin. Hatîye gotinê, wekî pêwîste ku civaka navnetewî hevkarîyê tevî Hewlêrê û Begdayê bike û ew hevkarî bê koordînasîyakirinê.Xeberdan usa jî derheqa halê li Şengalê, krîzeya li Îraqê û halê sîyasîye li welêt, çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button