H’emû nûçeSereke

25O bûyarên beşdarbûna têrorîstên kirêkirî, yên wextê şerê 44 roje îzbat bûne: cîgirê serokê qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê

Parlamênta Ermenîstanê du konvênsîya qebûl kirine, ji kîjana yek nava têrîtorîya Hevalbendîya Welatên Serbestda, lê ya mayîn li Avropayê dişuxule.Yek derheqa îzinnedayîna têrorîzmêdane, lê ya mayîn hevkarîya nava goveka karê mûzêyêda. Wextê ku meriv vê yekê dinihêre, tê bêjî ew hevva girêdayî nînin, lê nava hemtêksta dew û doza ermenîya-azarîyada ev konvênsîya hevva tên girêdanê.

Nava şerê 44 rojeda çend sed bûyar hene, yên ku didine kifşê, wekî têrorîstên kirêkirî beşdarî şerê dijî Ermenîstanê bûne. Melûmetîyên vî cûreyî cîgirê serokê qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê Samvêl Hayrapêtyan li parlamêntê raber kirine.

“Ew înformasîya me bi kanalên wezîreta karên der belav  kirine, lê bi dereca îdara me ew înformasîya me şandine merkeza Welatên Hevalbendîya  Serbest, ya dijî têrorê. Nêzîkî 25O melûmetîyên derheqa têrorîstada hene û ew înformasîya bona wê yekê hatine belavkirinê ku ew paşê nikaribin bikevine welatên başqe”,- Samvêl Hayrapêtyan gotîye.

Rêzolyûsîya mayîn, ya derheqa mûzêyadane. “Ev qayîlnivîsar di navbera hukumatên neh welatada hatîye îmzekirinê.

Ev qanûn ji alîyê Ermenîstanêda wê hindava Adirbêcanê û ji alîyê Adirbêcanêda hindava Ermenîstanê neyê xebitandinê. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî dew û doza Qerebagê hê nehatîye helkirinê”,-cîgirê wezîrê sportê û çandê Alfrêd Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button