Spîkêrê parlamênta Îraqê Mehmed Al Xalbûsî li ofîsa xwe, ya li Bexdayê, dêlêgasîya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê bûyarên sîyasîye li Îraqê hatine gotûbêjkirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste qulixên derecebilinde nû jî bêne cîgirtinê. Parlamênt gerekê serokê welêt û serokwezîr hilbijêre.
Serokatîya dêlêgasîya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, sêkrêtarê byûroya sîyasî Fazil Mîranî kirîye. Wextê hevdîtinê usa jî spîkêrê parlamênta Îraqê, endamê partîya dêmokratîk Şaxavan Ebdule hazir bûye.