H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der halê piştî şerê 44 roje raberî wezîrê Brîtanîyayêyî pirsên Avropayê kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, bi înîsîyatîva alîyê birîtanî, bi têlefonê tevî wezîrê Brîtanîyayêyî pirsên Avropayê û Amêrîka Bakûr Cêyms Klêvêrlî  qise kirîye.

Ararart Mîrzoyan bona kifşbûna qulixa nûda wezîrê brîtanî pîroz kirîye û açixî bo wî xwestine.Xeberdan derheqa 3O salîya îzbatbûna pêwandîyên dîplomatîye di navbra Brîtanîya Mezin û Komara Ermenîstanêda çûye û hatîye dîyarkirinê, wekî nava wedê derbazbûyîda bona pêwandîyên dualî xebata mezin hatîye kirinê.

Wextê qisê usa jî pirsên derheqa  bêqezîyabûna herêmê û qewînbûnêda hatine gotûbêjkirinê. Mîrzoyanê wezîr halê piştî şerê 44 roje û usa jî derheqa ketina hêzên azêrîyaye li topraxa Ermenîstana serbixwe, raber kirîye.

Bi xeberdana derheqa pirsên hûmanîtarîda, Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan hetanî niha 38 dîlên ermenî û merivên sîvîl aza bernade, lê yazîya bi seda merivên bêser-berate undabûyî jî hetanî niha eşkere nebûye.

Pirsên rojeva navnetewî jî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button