H’emû nûçeSereke

Elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên der girêdayî teribandina rêjîma agirbestêra ya ji alîyê Adirbêcanêda

Girêdayî teribandina rêjîma agirbestêra, ya ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirî, wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belv kirîye.

“7-ê adarê li alîyê sînorê Ermenîstanêyî berbi rojhilatê rûyê teribandina rêjîma agirbestêda qulixçîyê ermenîyî leşkerî Hraç Manasaryan hatîye kuştinê, leşkerekî mayîn jî birîndar bûye.

Em serxweşîyê didine endamên malbeta qulixçîyê leşker û leşkerê birîndarra jî qencbûna lez dixwezin.

Nenihêrî wê yekê wekî wezîreta Adirbêcanêye parastinê ew yek înkar kirîye, wekî leşkerê ermenî rûyê kirinên wanda hatîye kuştinê, elametîya Adirbêcanêye fermî anegorî asta agrêsîvîya hêzên wane.

Bi gunehkarkirina kuştina leşkerê ermenî, em têra dibînin bidine dîyarkirinê, wekî teribandinên rêjîma agirbestê diha zêde şedetîyê didin, wekî pêwîste ku esker ji ser hidûd paşda bibin û li ser sînor mîsîya dîtindarîyê cîhwarkin.  Em wê yekê girîng hesab dikin, wekî ji alîyê civaka navnetewîda qîmetê anegor bidine kirinên Adirbêcanêye provokasîyon û elametîyên wê»,- nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button