SerekeSîyasî

Meha sibatêda li Efrînê 6O welatî hatine revandinê

Sibata sala îsalin li Efrînê careke mayîn hate kifşê, wekî çekdarên piştgirên tirka xirabkarîyên çi cûreyî mîyaser dikin. Anegorî  melûmetîyên teşkîleta Sûrîyayêye  mafparêz, li Efrînê nava meha sibatêda 6O binelîyên edil hatine revandinê.Ev xirabkarî ji sala 2O18-ada tên kirinê. Çekdar li vir meriva dikujin, dizîyê û talanêva mijûlin û usa jî guhartinên dêmografîk bi destî zorê mîyaser dikin.

Hatîye dîyarkirinê, wekî nava wan 6O merivada çar jin hene. Xêncî wê yekê şeş heykelên arxêolocî hatine xirabkirinê û  1818 darên zeytûnê ji alîyê çekdarada hatine birînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button