Mesrûr Barzanîyê serokwezîr rûpelê xweyî facebooke da nivîsîye, wekî ew rastî dêlêgasîya şêwira kirîn-frotanê, ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Kurdistanê hatîye.Wekîla hukumata Herêma Kurdistanêye li Ştatên Yekbûyî Bayan Samî Ebdulrehmanê derheqa seredana dêlêgasîyayêda elam kiribû. Dikevine nava wê şêwirê wekîlên 12 kompanîyayên cuda-cuda.
Wextê hevîtinê pirsên dîvêrsîfîkasîya kanîyên karstendinê û sazkirina strûktûra êkonomîkîye qewîn, ya li Kurdistanê hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî derheqa pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Begdayêda çûye.
Wekîlên kompanîyayên amêrîkî derheqa progiramên xweye li Kurdistanê û Îraqê raber kirine.