H’emû nûçeSereke

Parlamêntvan derbazî pirsa xebitandina mêxanîzma Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya nava konflîkta Ûkraînayêda bûne

Mêxanîzmên Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv tenê wî çaxî dixebitin, wextê ku welatekî endama organîzeyê tê êrîşkirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya «Peymna sîvîl» Vahagn Alêksanyan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku tabîya Ermenîstanê ya çawaye û wê çi bike, heger hevkara organîzeyê Rûsîya pêşnîyar bike mêxanîzmên organîzeyê bidine xebatê, çawa ku ew yek li Qazaxstanê hate kirinê.

«Girînge bidine dîyarkirinê,wekî mêxanîzmên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv wî çaxî dixebitin, dema ku endamekî organîzeyê tê êrîşkirinê.Niha ew hal nîne»,- Alêksanyan gotîye.

Êdûard Agacanyan jî gotîye, wekî niha pirsa wî cûreyî nayê gotûbêjkirinê. «Heger halekî konkrêt hebe, bi fikira min, wî çaxî pirsê bê gotûbêjkirinê»,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button