SerekeSîyasî

Rûyê konflîkta li Ûkraînayê bahê hesin li Kurdistanê carekêra bilind bûye

Bahê hesin li Herêma Kurdistanê carekêra bilind bûye, çimkî konflîkta Rûsîyayê û Ûkraînayê tehsîra xirab li ser êkonomîka dinîyayê dihêle.

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û dewletên Avropayê dijî Rûsîyayê sanksîya pêşda kişandine û rûyê wê yekêda bahên eşîya bilind bûne.

Herêma Kurdistanê piranîya hesin ji Rûsîyayê û Ûkraînayê distîne û rûyê wê yekêda biha carekêra bilind bûne. «Heger konflîkt dirêj bikişîne, biha wê li Herêma Kurdistanê bilindbin»,- serokê yektîya deranîn û anîna eşîyaye li Hewlêrê, Hecî Sehîd gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button