H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan tevî heytehola vekirina hemcivîna “Pêrspêktîvên hevkarîya Fransîyayê û Ermenîstanê” bûye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, 9-ê adarê, nava teşkîla dêlêgasîya bi serkarîya Nîkol Paşînyanê serokwezîr, tevî heytehola vekirina hemcivîna “Pêrspêktîvên hevkarîya Fransîyayê û Ermenîstanê” bûye.

Destpêka hemcivînêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa pêrspêktîvên pêşkeftina pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayêda xeberdaye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî mecalên berfirehkirina hevkrîyê hene, bi taybetî nava govekên êkonomîkî, perwerdê, saxlemîxweykirinê, çandê û govekên mayînda.

Ararat Mîrzoyan usa jî gotîye, wekî 3O salên îzbatbûna pêwandîyên herdu welata derbaz bûne û ew bi destanînên girîngva dîyarin û potênsîyala mezin heye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button