H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokwezîr bilindbûna tevbûna jinaye tevî werguhastinên hukumatêda girîng hesab kirîye

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Hambarsûm Matêvosyan tevî qisa bi sernavê “Wekehevtîya gêndêrîyê ji bo qewînbûna pêşerojê” bûye, ya ku anegorî bernama Organîzeya Netewên Yekbûyî hatîye teşkîlkirinê.

Wextê wê hevdîtinê, wekîlên cêrge  welata, dîplomat, teşkîletên navnetewî hazir bûne.

Cîgirê serokwezîr tevbûyên li wir hazir  silav kirîye û girêdayî roja jinaye navnetewîra, jin pîroz kirine. Nava axaftina xweda Hambarsûm Matêvosyan daye dîyarkirinê, wekî hukumat hewaskare ku jin jî tevî rojeva werguhastina bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button