H’emû nûçeSereke

Projeya rêzolyûsîya parlamênta Avropayêye nû bangî Adirbêcanê dike ku mîrasa Qerebagêye ermenîye çandî biparêzin

Li parlamênta Avropayê rêzolyûsîya pêşda kişandîye, ya ku tunekirina mîrasa Qerebagêye çandî gunehkar dike û usa jî bangî Adirbêcanê dike ku mîrasa ermenîye li Qerebagê biparêzin.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî rêzolyûsîyayêda derheqa tunekirina mîrasa çandîye li Qerebagê, bi taybetî wextê şerê Arsaxêyî duem, hatîye dîyarkirinê. Usa jî hatîye gotinê, wekî hêna Heydar Elîyêv û usa jî hêna kurê wî Îlham Elîyêv, Adirbêcanê nêzîkî sed dêrên ermenî xirab kirine, bi hezara kevirxaç, bi deha hezara mexber û mîrata çandîye mayîne li Nexçêvanê, tune kirîye.

Rêzolyûsîya usa jî berbirî  herdu welata dibe, bi taybetî Adirbêcanê, ku propaganda dijî hev bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button