H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ketîye nava cêrga welatên dêmokratîk, yên “lîga bilind”: Nîkol Paşînyan

Înstîtûta  “Varieties of Democracy” ê raporta sala 2O22-a ya derheqa dêmokratîyayêda belav kirîye û nava dîroka Ermenîstanêda  cara ewline ku Ermenîstan bi têrmîna “dêmokrasîya bijartî” hatîye qîmetkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê civîna hukumatê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

“Ev yek dide kifşê, wekî ji alîyê dêmokratîyayêda nava cêrga welatada Ermenîstan pêşda çûye. Piştî şoreşa edil ya sala 2O18-a ev organîze Ermenîstan dikire nava cêrga welatên avtorîtar, ya ku dida kifşê wekî prosêsa hilbijartina bona pêşxistina xwe didî xebatê. Feqet, niha dikarin bêjin, wekî piştî hilbijartinên sala 2O21-ê Ermenîstan ketîye nava welatê dêmokratîk, yên nava “lîga bilind”. Bêguman ev yek nade kifşê, wekî li welatê me dêmokratîya tam e, yan jî bêkêmasî ye”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button