Nivîskarê kurd û xudîyê çapxanê Azad Zal cezayê girtina şeş sala stendîye. Mehkemekirina wî li Amedê derbaz bûye.
Ewî cezayê girtina şeş sal û sê meha stendîye. Wî nava “Endamtîya teşkîleta têrorîstîda” gunehkar dikin. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî ew endamê asosîyasîya zimanê kurdî bûye û endamê asosîyasîya nivîskarên kurde. Ew beşdarî progiramên têlêvîzîyonê û radîyoyê bûye, kîjan hesab kirine çawa yên sêparatîstîyê. Azad Zal usa jî endamê kongira civaka dêmokrtîke. Li cem wî usa jî kopîyayên nivîsarên qedexekirî hebûne.
Ew bi xwe wextê prosêsa mehkemê hazir nîbûye. Berjewandîyên ji alîyê advokatên wîda hatine raberkiriê, yê ku gotîye wekî ewê dijî vê qirarê şikyatê xwe pêşda bişîne.